Li Brîtanyayê konferansa nîqaşkirina ji nû ve avakirina Xezayê dest pê kir

Li Brîtanyayê konferansa navneteweyî ya nîqaşkirina plana ji nû ve avakirina Xezayê ku 3 rojan dom dike dest pê kir. Konferans bi beşdariya bi dehan berpirsên mezin ên li Rojhilata Navîn, Ewropa û nûnerên ji saziyên darayî yên cîhanê hat lidarxistin.

Li Brîtanyayê konferansa nîqaşkirina ji nû ve avakirina Xezayê dest pê kir
13 cotmeh, 2025   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Brîtanyayê bi dehan berpirsên mezin ên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê dûrî ragihandinê bi saziyên darayî yên cîhanê yên mezin re civiyan û mijara ji nû ve avakirina Şerîda Xezayê yê wêrankirî nîqaş kir.

Hemwextî lûtkeya Şerem El Şêx a li Misrê ya ji bo îmzekirina Peymana "Aştiya Xezayê", Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê bi berpirsên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê re li qesrekê li gundewarê başûr ê Brîtanyayê civiyan.

Serokatiya wezaretan a Brîtanyayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev konferans dê 3 rojan bidome û armanc destpêkirina plankirin û hevkariya stratejîk a qonaxa piştî şerê li Xezayê ye û divê bi serpereştiya Filistînê be.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Hamish Falconer bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Divê em ji bo rakirina kavilan, ji nû ve avakirina malan, înşakirina binesaziyan, vegerandina perwerdê û saziyên tenduristiyê, amade bin."

Falconer got, "Em giraniya erkê, pêwîstî û girêkbûna wê dizanin. Ev ê bi salan li ber xwe bide û lêçûna wê bi milyaran be."

The British government said the talks in Wilton Park, West Sussex, run by the Foreign Office, brought together "representatives from business, civil society, and governments to launch vital planning and coordination efforts for the post-war period in Gaza."

Hikumeta Brîtanyayê got ku ev danûstandinên li Wilton Park, li herêma West Sussex bi rêveçûna wezareta karên derve pêk hat. Di civînê de nûnerên ji beşa karsaziyê, civaka sivîl û hikumet amade bûn û nîqaşên qonaxa piştî şerê Xezayê kirin.

Hat diyarkirin ku Filistîn û dewletên din wekî Urdun, Siûdiyê, Almanya û Îtalyayê, nûnerên Banaka Navneteweyî ya Banka Ewropayê beşdar bûn.

(mh/fr)