Zêdetirî milyonek heciyan dest bi merasîmên hecê kir

Zêdetirî milyonek heciyan îro dest bi yekem merasîmên hecê kir, ji bo germahiya zêde jî tedbîr hatin girtin.

Zêdetirî milyonek heciyan dest bi merasîmên hecê kir
4 hezîran, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî 1.4 milyon heciyan îro danê sibehê dest bi pêkanîna merasîmên hecê kir.

Heciyên ji çar aliyên cîhanê êvara sêşemê gihaştin Mînayê, xwe amade dikin ku şeva xwe li wir derbas bikin û dest bi merasîmên mayî bikin.

Di roja ewil de, hecî, bi cil û bergên îhramê ber bi Mizgefta Mezin ve çûne Tawaf El Qudumê, ku tê de heft caran dora Kabeyê dizivirin.

Li gorî AFP’ê, wezîrê hecê Tewfîq El Rabîah ji heciyan xwest di navbera saet 10.00-16.00’an de ji konên xwe dernekevin.

Wezareta Tenduristiyê ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de hişyarî da ku "di roja Erefeyê de hilnekişin ser çiya û cihên bilind", ji ber ku ew dibe sedema "westana laş û germahiya zêde”.

Rayedarên Erebistana Siûdî ragihand ku wan zêdetir 250 hezar karmendên pizîşkî, ewlekarî û xizmetguzariyê erkdar kirine û zêdetirî 40 saziyên hikumetê jî di nava xebata hevbeş de ne.

(k)