Ji ber ku daxwaza xaniyê xwe kir hate revandin
Li Efrîna dagirkirî welatiyek ku doza xaniyê xwe kir, ji aliyê çeteyan ve hat revandin. Her wiha çeteyan li jinekê da û çenteya wê dizî.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku welatiyê bi navê Ebdurehman Mihemed Resûl (42) ê ji gundê Avraze yê bajarê Mabata yê Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin.
Rêxistinê diyar kir ku Ebdurehman Resûl dema daxwaza xaniyê xwe ji çeteyên ’Sultan Murad’ kir, çeteyan ew li taxa Zeydiniyê ya Efrînê revand û bir cihekî nediyar.
Li gorî rêxistinê, Resûl beriya du mehan bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatiye derxistin û mala wî ji aliyê çeteyan ve hatibû desteserkirin.
Her wiha rêxistinê diyar kir ku çeteyên bi navên Îbrahîm Şihade û Ebû Mihemed ên ji bajarê Edra ya Şamê, di 20 Tîrmehê de li jina bi navê Nesrîn Hesen Bîlal daye û çenteyê wê diziye. Rêxistinê diyar kir ku ji ber lêdanê parsûyên wê şikestine.
(mg/bb)