Zêdegaviyên Îsraîlê di xaka Sûriyeyê de didomin

Yekîneyeke artêşa Îsralê ket gundewarên Quneytîrayê û bendeke demkî ya kontrolê danî.

Zêdegaviyên Îsraîlê di xaka Sûriyeyê de didomin
30 kanûn, 2025   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku ji 4 wesayîtan pêk dihat, îro danê sibê derbasî gundewarên Quneytîrayê bû. 

Dewriye ku ji Til Ehmer Xerbî (Rojava) derket, ber bi gundê Eyn Zîwan ve çû, di navbera gund û bajarokê Kodne de bendeke demkî ya kontrolê danî.

Her wiha karwanekî leşkerî yê artêşa Îsraîlê ji Til Ehmer Xerbî ber bi Til Ehmer Şerqî (Rojhilat) ve bi rê ket. Hemwextî van dron li ser herêmê digeriyan.

(b)