Zagros Hîwa: Ji niha û pê ve têkildarî gavên ku dewleta Tirk bavêje ye

Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa têkildarî daxuyaniya PKK’ê ya der barê biryarên kongreye de got, "Ji niha û pê ve tişta ku dê biqewime girêdayî gavên hiqûqî û siyasî yên ku dewleta Tirk dê biavêje ye."

Zagros Hîwa: Ji niha û pê ve têkildarî gavên ku dewleta Tirk bavêje ye
12 gulan, 2025   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa, di daxuyaniya xwe ya ji bo BBC Farsî de, li ser biryarên ku di Kongreya 12’mîn a PKK’ê de hatine girtin, nirxand.

Zagros Hîwa, di axaftina xwe ya bi Jiyar Gol re got ku heta niha tu lihevkirin an peymana nivîskî an devkî di navbera PKK û dewleta Tirk de nehatiye çêkirin û wiha got: “Tiştên ku heta niha hatine kirin, îlana yekalî ya niyeta baş ji aliyê PKK ve ye û ji bo vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, gavên yekalî ne ku ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin. Êdî dema wê hatiye ku aliyên din yên têkildar, bi taybetî jî dewleta Tirk, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd gavên siyasî û hiqûqî yên pêwîst bavêjin. Piştî vê, tişta ku dê biqewime bi temamî girêdayî gavên hiqûqî û siyasî yên ku dewlet dê bavêje ye.”

Zagros Hîwa, bi tekezkirina ku di pratîkê de dê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne, got: “Ji bo ku ew karibe vê pêvajoyê bimeşîne, divê azadiya wî ya fizîkî bê dabînkirin û divê ew di cihekî saxlem û ewle de azadane bikare bixebite da ku pêvajoyê birêve bibe.”