YRK: Hevalê me Helmet Helebçe şehîd bû

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya YRK'ê diyar kir ku gerîla Helmet Helebçe sala 2023'an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Asosê şehîd bû.

YRK: Hevalê me Helmet Helebçe şehîd bû
17 tebax, 2025   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekî aşkera kir ku di sala 2023'an de li Asosê şehîd bû.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di sala 2023’yan de wek ku gelê me û raya giştî zane li ser hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan caran êrişên hewayî ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve çêbibûn. Di yek ji wan êrişan de 29'ê Kanûna 2023’an de li çiyayê Asos hevalê me Helmet Helebçe şehîd bû.

Di serî de malbata hêja ya hevreyê me yê şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xewn û xeyalên wan pêk bînin, bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevreyê me yê şehîd bi vî rengî ne;

Nasnav: Helmet Helebçe

Nav û Paşnav: Şahîd Sîrwan

Cihê ji dayikbûnê: Helebçe

Dayîk-Bav: Ronak-Sîrwan

Dem û Cihê Şehadetê: 2023-Asos

Şehîd Sîrwan ewladê Başûrê Kurdistanê, li bajarê Helebçeya Şehîd çavê xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welê mezin dibe ku bi nirxên welatparêziya Kurdbûna xwe ve girêdayî bû û ji eşîra kelhor e. Di nava malbatê de gelek hewldan û ked her tim ji bo Kurdbûnê hatiye dayin. Malbata hevreyê me li herêma xwe malbateke berbiçav e ku ji bo Kurdbûna xwe her tim ked daye.

Hevreyê me jî mîna her ciwanekî siyaseta şerê taybet a ku her tim gerîla cûda şîrove dike ji nêz de dibîne. Li ser vî esasî ji şerê taybet ê ku tê meşandin bawer nake û bi xwe biryar digre ku berê xwe bide nava refên gerîla. Bi beşdarbûna xwe re ji jiyan û sekna gerîla bi bandor dibe. Dema ku beşdar dibe û gerîla dibîne zane ku hemû behsên li ser gerîla têne kirin tenê ancax bibe gerîla û di nava gerîla de nas bike.

Di nava refên me de mîna her şervanekî ew jî bi fedekarî û keda xwe beşdar dibe û hewl dide ji hemû êrişan re bibe bersiv. Bi jiyana xwe re di demeke zû de karî xwe bixe nava hevrêyên xwe. Di nava refên me de her tim hewl da ku fikir û felsefeya Rêber Apo di kesayeta xwe de ava bike.

Di dawiyê de wek Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê, di serî de em ji malbata hevreyê xwe yê hêja re û ji tevahî gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û careke din em soz didin xeyal û tekoşîna dane raberkirin bi serketinê re tacîdar bikin. "