Li gundekî Siwêdayê şer derket

Piştî ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êriş pêk anî, li gundê Mecdel ê Siwêdayê şer di navbera wan û şervanên xwecih ên Durzî de derket.

Li gundekî Siwêdayê şer derket
17 tebax, 2025   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Siwêdayê dane, duh derengiya şevê hêzên hikumeta veguhêz ên ku di navbera bajarokên Mezraa û Necranê de bi cih bûne, gundê Mecdelê gulebaran kir.

Nûçegihana me da zanîn ku şervanên xwecih ên Durzî bersiva jêdera gulebaranê dane û şer derket. Şer bi awayekî dem dem rû dide.

Ji ber gulebarana dijwar di nava şêniyan de tirsek çêbûye û metirsî heye ku qada şer fireh bibe.

Duh jî li gund û bajarokên Siwêdayê li dijî ambargoya giran û êrişên dijwar xwepêşandan hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran pankartên bi banga rakirina ambargoyê, vekirina deriyên mirovî û bazirganî, her wiha garantiya serbestiya çûn û hatinê, mafê diyarkirina çarenûsê yê Siwêdayê, xweseriya biryardayînê ji hegemoniya nenavendî hatin vekirin.

(bb)