YRJ'ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek da

YRJ'ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek da. Di peyamê de keda hemû rojnamevanên azad hat bibîranîn û soza domandina têkoşînê hat dubarekirin.

YRJ'ê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek da
22 nîsan, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî (22'yê Nîsanê) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Her sal bi hatina 22’yê Nîsanê re, rojnamevanên Kurd, xwedî gotinên azad û nobedarên heqîqetê, vê rojê di bîra têkoşîna hebûn, çandî û neteweyî de ye, silav û pîroz dikin; Roja Rojnamegera Kurdî. Ew roja yekemîn a rojnameya kurdî bi navê Kurdistan ku di 1898’an de derketiye, vedijîne. Meşaleya wê Mîqdad Midhat Bedirxan vêxist û bû dengekî nayê têkbirin û li hember zilm û paşguhkirinê bû menber.

Weşandina rojnameya Kurdistan li dîasporê ne tenê derxistina rojnameyekê bû, lê karekî şoreşgerî bû û nîşaneya hebûna doza gelekî ku mîras, çand û zimanê wî hatiye binpêkirin.

Ruxmî astengî û zehmetiyan, rojnamegeriya Kurd têkoşîn û rêça xwe berdewam kir û bi destpêkrina Tevgera Azadiya Kurdistanê re geştir bû. Tevgerê berpirsiyariya damezrandina çapemeniya azad ku xwe dispêre felsefeya civaka azad û di duristî xem û hêviyên wî nîşan dide, hilgirt xwe.

Di zîndanan de dengê heqîqetê cara yekemîn di 1982an de bi destê damezirînerê Çapemeniya Azad Mazlûm Dogan deng veda ku çapemeniya azad bibe stûna têkoşîna ji bo hebûn, azad û edaletê.

Damezirandina çapemeniya jinan a azad li Kurdistanê gava kalîteyî di geşkirina (RAJIN) de, li kêleka têkoşerên mîna Mazlûm Dogan û Gurbetellî Ersoz, di çapemeniya lurdî de hat avêtin.

Gurbetellî Ersoz yekemîn jina Kurd bû ku rêvebiriya edîtoriyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye û bi wê re hat diyarkirin ku rojnamegerî ne tenê pîşeyek e, lê belê helwest, peyam û seknek e. 

Jina Kurd di têkoşîna çapemeniya Kurdî de stûna bingehîn e, pênûs û kamereya xwe bi lehengî hilgirt, dozên jinê derxistin pêş û dengê wê gihand tevahî qadan.

Bi rêya şopandina meydanî, YRJ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên rojnamger bi wêrekiyeke mezin li hember astengiyan sekînin û bûn şahidên zindî û rastî bi wefadariyekê veguhastin û rêça azadiyê ronî kirine. Em li vir bi serbilindî rojnamger û nûçegihanên jin mîna Dilîşan Îbiş, Cîhan Bîlgîn, Êlûl Nûhilat, Dilovan Gever, Meryem Mihemed (Agirî Yilmaz), Ahîn Fayiq Îbrahîm (Arîn Cûdî), Rîm Xişman û Rohenda Efrîn bi bîr tînin û van dengê xwe di têkoşîna çapemeniyê de nemir kirin.

Em YRJ vê rojê pîroz dikin û soza ji bo her kesê di oxira gotina azad de tê koşiya û li dijî zulm û reşkirinê sekiniye nû diikin.

Em her kesê hiştiye rojnamgerî bibe performansa edîtoriyê û menbereya heqîqetê ku nayê kirîn û çewisandin, silav dikin. Her wiha em soz didin şehîdan ku em li ser rêça wan in û bi pênûsa ku nayê şikandin, kamereya ku heqîqetê derdixe û peyama ku namir re, wefadar in.

Em li hember zilmê bê deng namînin.

Em ê her binivîsînin, dîmen û wêneyan bikişînin, heqîqetê aşkera bikin, heta ku ronahî li hember zilmê bi ser dikeve.

Azadî ji rojnamegeriya kurdî re.”

(fr)

ANHA