YRJ: Wê ala çapemeniya jina azad her bilind bimîne

YRJ`ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û sîxura wê PDK qatilên rojnamevan û jinan e,  û ev peyam da “Bila baş zanibin ku bi van êrişên hovane wê ti caran nekaribin vîna çapemeniya jina azad têk bibin. Wê ala têkoşîna azadiyê li Kurdistanê her bilind bimîne.”

YRJ: Wê ala çapemeniya jina azad her bilind bimîne
24 tebax 2024   11:09
QAMISLO

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişa ku duh (23`ê Tebax) li dijî seyareya rojnamvenan li bajarê Silêmaniyê yê li Başûrê Kurdistanê pêk hat û di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi amadebûna xebatkarên çapemeniyê û rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wêneyên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin hildan û dirûşmeyên “Jiyan jiyan azadî” hatin berzkirin.

Daxuyanîya ku bi zimanê Kurdî hatiye amadekirin, ji aliyê endama YRJ’ê Hebûn Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişa dijî rojnamevanan bi tundî hat şermezarkirin û ji bo malbata rojnamevanên şehîd Gulîstan Tara û Hîro Behadîn, hemû kedkarên çapemeniya azad sersaxî, ji bo birîndaran ji şifa hat xwestin.

‘BI ÊRIŞAN DIXWAZIN RÛYÊ XWE YÊ REŞ VEŞÊRIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî dermirovî û bê exlaqiya li hemberî ramana azad e û wiha hat gotin: “Çapemeniya azad bi wêrektiyeke mezin hişmendiya dagirkeriyê û kiryarên wê raxistine  pêş çavan, lewma her tim dibe hedefa dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker di warê binpêkirina mafê mirovan û kiryarên li dijî rojnamevanan de yek ji dewleta herî sucdar e; di dîroka xwe de her tim bi qetilkirin û  girtina rojnamevanan hewl daye rûyê xwe yê reş û kiryarên xwe yên bêexlaqî veşêre. Dijminê jin û rojnamevanan dewleta Tirk ji bo rastiyan berevajî bike û veşêre, kedkarên çapemeniya azad hedef digire. Êrişa hovane ya li ser pêşenga kevneşopiya çapemeniya jina azad û stûna heqîqetê Gulîstan Tara û hevkara me Hêro Behadîn bi heman armancê ye.”

`DIVÊ DEWLETA TIRK BÊ DARIZANDIN`

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişa dijî rojnamevanan di demeke ku li hemberî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, di navbera Iraq-Tirkiyeyê de û bi taybetî jî bi hevkarî û sîxurtiya PDK’ê tifaqeke xeternak û qirêj pêk tê de, çêbûye.

Di bedewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êriş encama vê tifaqa qirêj e û wiha hat dewamkirin: “Em van hêzan rast rast berpirsyarên vê êrişa hovane dibînin; divê dewleta Tirk a dagirker ji ber van sûcên li hemberî rojnamevanan bê darizandin. Ji bo wê em bang li raya giştî ya Kurdistan û cîhanê dikin ku bêdeng û bê helwest nemînin.”

‘RÊWÎTIYA 24 SALAN A TÊKOŞÎNA ÇAPEMANIYA AZAD’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamevan Gulîstan Tara weke şagirteke Mazlûm Dogan û Gurbetelî Ersozan ev 24 sal in bi pênûs û kameraya xwe bûye bawermend û şopdareke mezin a heqîqetê û wiha hat gotin: “Di rêwîtiya 24 salan a têkoşîna çepeminiya azad de di dezgehên çapameniyê yên cur be cur de bûye xwedî kedeke mezin û ji bo mezinkirina mîrasa çapameniya jina azad sekneke pêşeng nîşan daye.”

‘HÊRO BEHADÎN JI BO JINAN NIMÛNEYEK E’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamevan Hêro Behadîn rojnamevaneke jin a ji Başûrê Kurdistanê ye û li hember dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê bi sekna xwe ya wêrek bûye çiraya heqîqetê. Bi vê sekna xwe ya biryardar ji bo hemû jinên rojnamevan bûye nimûne.

Di daxuyaniyê de, di kesayeta rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de hemû şêhîdên çapemeniya azad hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Em bejna xwe li hember sekna wan a pîroz ditewînin. Ji bo parastina û mezinkirina mîrasa şehîdan em ê bi biryardariyeke mezin  têbikoşin û bibin şapdarên van hevryên xwe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û sîxura wê PDK qatilên rojnamevan û jinan e û bila baş zanibin ku bi van êrişên hovane wê ti caran nekaribin vîna çapemeniya jina azad têk bibin û ev peyam hat dayîn: “Heta li Kurdistanê bêhna kurdewarî û azadiyê hebe, heta şopdareke çapemeniya jina azad bijî, wê ala wan a têkoşîna azadiyê li Kurdistanê her bilind bimîne. Weke xeta çapemeniya jina azad di bin her cure êrişkariyan de jî, bi biryardarî û wêrektiyeke mezin em ê bibin şopdarê Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Rosîda Mardîn û tevahî şehîdên çapemeniya azad. Ji bo ev mîras li hemû Kurdistanê bê parastin û mezinkirin bi biryardariyek hîn mezintir bi pênûs û karemaya xwe em ê têbikoşin.”

Daxuyanî bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(sb/a)

ANHA