Edhem Barzanî dijî êrişên ser rojnamevanan bang kir
Siyasetmedar Edhem Barzanî êrişa li dijî rojnamevanên jin bi tundî şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li dijî van êrişên bûne gefên xeternak helwest nîşan bidin.
Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî derbarê êrişa ku duh li Silêmaniyê dijî rojnamevanên çapemeniya azad pêk hat û rojnamevan Gulistan Tara û Hêra Behadîn şehîd bûn de peyamek belav kir.
Peyama Edhem Barzanî wiha ye: “Şehîd xistina du rojnamevanan sucek navnetewî ye, li dijî hemû yasa û pîvanên mafên mirovan e. Binpêkirina mafê welatî û rojnamevanan e. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên herdu rojnamevanên şehîd re dixwazim û şîfayê ji birîndaran re dixwazim. Ez bang li civaka navnetewî dikim sînorek ji bo van binpêkirinan daynin ku bûne gefek cidî li ser jiyana welatiyên sivîl.”