Şervanên YPJ û Asayîşê: Em ê têkoşînê bidomînin

Şervanên YPJ‘ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) diyar kir ku YPJ hêzeke leşkerî tênê nîn e, lê belê nasnameyek û civakeke yekgirtî ye û bang li jinên li Rojava û tevahiya Sûriyeyê kir ku yekitiya xwe bi hêz bikin.

Şervanên YPJ û Asayîşê: Em ê têkoşînê bidomînin
28 hezîran, 2026   05:13
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ- JÎNDA DILSOZ

Hejmareke şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endamên Hêzên Ewelekariya Hundirîn-Jin (Asayîş) ku beşdarî panela der barê siberoja jinên Sûriyeyê ya 25‘ê Hezîranê ya li Qamişloyê bûbûn, ji ajansa me re axivîn.

‘DIVÊ EM LI DIJÎ HEMÛ GEFÊN LI SER HEBÛNA ME BIBIN YEK‘

Şervana YPJ‘ê Viyan Ziyad Efrîn got: "Hewl didin navê me ji holê rakin. Lê em bi yekitî û hevgirtina gelê xwe vê yekê tu carî qebûl nakin. Hikumet hewl dide YPJ‘ê wekî teşkîleyeke leşkerî tenê nîşan bibe, lê YPJ‘ê nasname û civake yekgirtî ye. Ji ber vê yekê divê tevahî jinên Rojava û Sûriyeyê, bi taybetî jinên ciwan hebûn û dîroka xwe biparêzin, bibin yek û hêza xwe li dijî hemû gefên li ser hebûna xwe xurt bikin."

Viyan Ziyad Heleb îşaret pê kir ku feraseta tundî û kuştina jinan heya roja me ya îro dewam dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji dema ku hikumeta demkî bûye desthilatdar ve rola jinan nas nake û hewl dide hebûna me wekî teşkîleyeke leşkerî ya jinan tenê sînordar bike."

Şervana YPJ‘ê Viyan Ziyad Heleb di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi tu awayan jiholê rakirina hebûna me qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe heya dawiyê bidomînin. Em hevalên xwe yên şehîd û bedelên ku wan dane ji bîr nakin.”

‘YPJ JI HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ PÊK TÊ‘

Şervana YPJ‘ê Raya Dêrazor a ji pêkhateya Ereb bi bîr xist ku hikumeta demkî YPJ‘ê paşguh dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî YPJ‘ê zehmet e pêvajoya entegrasyonê û avakirina sîstemeke nû temam bibin. YPJ‘ê di dirêjahiya salan de bedelên mezin dan û ji bo parastina jinan tê koşiyan. Bêyî YPJ‘ê pêvajoya avakirina Sûriyeyeke li ser bingeha edalet û wekheviyê temam nabe."

Raya Dêrazor destnîşan kir ku şervanên YPJ‘ê ne tenê Kurd in, lê belê pêkhateyên din; Ereb, Asur û Suryan cihê xwe di nava YPJ‘ê de digirin û got: "Di berxwedana leşerkî, civakî û jiyana rojane de em yek in. Em alîkariya hev dikin. Bêyî hebûna YPJ‘ê avakirina siberojeke ronak li Sûriyeyê ne mimkun e."

Raya Dêrazor di dawaiya axaftina xwe de serkeftin ji hemû jinan re hêvî kir û anî ziman ku dê têkoşîna li ser xeta hevalên xwe yên şehîd û ramanên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Endama Asayîşê Bêrîvan Îsa jî diyar kir ku hebûna YPJ‘ê mijareke girîng e û wiha axaftina xwe domand: "Bi saya berxwedana YPJ‘ê em bi azadî û rûmet dijîn û vê dengê berxwedanê gihaşt tevahî cîhanê."

Bêrîvan Îsa anî ziman ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de statuya YPJ‘ê û mafên wê werin naskirin.

(bb)

ANHA