YRJˊê li Kobanê panelek têkildarî 22ˊyê Nîsanê organîze kir

YRJˊê bi boneya 22ˊê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî panelek bi diruşma "Ragihandina Kurdî di navbera rastî û zehmetiyan de" li hola Zanîngeha Kobanê li dar xist.

22 nîsan, 2026   17:51
KOBANÊ

Yeketiya Ragihandina Jin (YRJ) a bajarê Kobanê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî ku di 22'yê Nîsana 1898`an de li Qahîreyê ya paytexta Misrê ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan ve rojnameya Kurdistan hatibû derxistin, bi dirûşma "Ragihandina Kurdî di navbera rastî û zehmetiyan de" panelek li hola zanîngeha Kobanê li dar xist. Di panelê de bi dehan ji rojnamevan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, akademisyen û rêxistinên jinan amade bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre Rêveberiya bajarê Kobanê Rûken Ehmed axivî û got: "Ji bo derxistina rastiyê evan rojnamevanan bi hemû hewldanên xwe tê koşiyan. Bi kamereyên xwe rastî û bûyer parve kirin. Di şopandina rêya rastiyê de gelek zehmetî û êş kişandin. Bedelê rastiyê û heqîqetê, ev roj bû ku bû pira hebûnê yê destpêkê ya derxistina rastiyê."

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî ku di 22'yê Nîsana 1898`an de li Qahîreyê ya paytexta Misirê ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan ve rojnameya Kurdistan hatibû derxistin

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Rebîa Êto jî got: "Ev rojname ne tenê weke reqemekê ye. Ew ne dîrokeke ji rêzê ye, ew di wextekekê de derket ku Kurd rastî qirkirinê dihatin. Bi rêya rojnameyê xwestin wê yekê bijin ku Kurd hene, dê hebin, wê dîroka xwe jî her tomar bikin. Em ê jî bibin dengê rastiyê ji jinan û civakê re. Em hêza xwe ji Gurbetan digrin. Wan rêya mediyayê ji me re ronî kirin. Rojnamevantî berpirsyarî ye û kamera jî wijdan e."

Hevserokê YRAˊyê yê Kobanê Mihemed Mistefa ev roj li her kesî pîroz kir û qala girîngiya vê rojê kir û wiha got: "Bi parçekirina Kurdistanê re xwestin çand, dîrok û nasnameya Kurdî tune bikin, li şûna wê dîrokeke din, zimanekî din û tevgereke din pêk bînin. Her kesê ku xebata raghandina Kurdî dikir rastiyê derdixin. Dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan dike hedef ku dengê heqîqet û rastiyê tune bike. Lê berovajî wê ji bo derxistina heqîqetê her kes bi kamereya xwe têkoşîn kir û dike."

Berdevka Înîsiyatîva Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kobanê Eyşe Efendî jî wiha anî ziman: "Rojnamevantî ew bi xwe beşekî siyasî ye. Her kes nikare bibe rojnamevan, tenê kesên wêrek, rastiyê derdixin dikarin karê rojnamevaniyê bikin. Dem MED TV derket, em li mala bijîşkekî kom bûn û me wê demê li fîlmkarton temaşe dikir, ji coş û kêfa re çavên me stêr kirin."

Piştî axaftinan beşa yekemîn ya panelê ya têkildarî girîngî û rola ragihandinê bi taybetî û ragihandina Kurdî li kîjan astê ye, 22ˊyê Nîsanê di dîroka ragihandina Kurdî û Şoreşa Rojava de xwedî rastî û girîngiyek çawa ye, çi zehmetî û astengiyên aborî, siyasî, ewlehî li pêşiya ragihandinê ne û ji bo bilindkirian asta çapemeniya Kurdî çi tê xwestin hat nîqaşkirin.

Ev beş ji aliyê mêvan Leyla Ebdî, Bozan Xelîl û Seyfedîn Qadir ve hat nîqaşkirin, ji aliyê moderator rojnamevan Delîl Remedan ve jî pêșkêşî hat kirin.

Beşa duyemîn a panelê der barê rewşa kar, şert û mercên rojnamevanan, rola medyaya nû, bandora şerê medyayî li ser civakê, etîka pîşeyî û rola rojnamevanan di xizmeta civakê de ji aliyê Moderato Rojnamevan Sîlva Îbrahîm ve hate pêşkêşkirin, mêvan Rojnamevan Sûad Mihemed û Zana Elî nirxandin kirin.

(sş/fr)

ANHA