Di êrişên Rûsya û Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin

Ligel berdewama êrişên di navbera Rûsya û Ukraynayê û têkçûna hewldanên dîplomatîk de 4 kes di nav de jî welatî hene ji her du aliyan hatin kuştin.

Di êrişên Rûsya û Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin
22 nîsan, 2026   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di êrişên dualî yên Rûsya û Ukraynayê de 4 kes di nav de welatî jî hene hatin kuştin.

Rayedarên Ukraynayê bi rêya Telegramê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li ser herêmên başûr û rojhilatê welêt de du kes hatine kuştin. Li herêma Zaporizhzhya di êrişa binesaziya veguhastinê de kesek û li herêma Xarkîvê jî kesekî din di encama êrişeke dronê de hatin kuştin.

Rayedarên Rûsyayê da zanîn ku di êrişa droneke Ukraynayê li dijî bajarê Syzran ê herêma Samara de jinek û zarokek hatin qetilkirin û her du ji bin kavilên avahiyekê hatin derxistin.

Ev alozî ligel berdewama şerê ji Sibata 2022ˊyan û êrişên berdewam ên her du aliyan pêk tê.

(fr)