Bi boneya 15’ê Sibatê civîn hatin lidarxistin

Di çalakiyên bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

13 sibat, 2025   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê û bajarên kantona Cizîrê civîn hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Meclisa Bajarê Til Hemîsê bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist. Civîn li Navenda Çandê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajar û gundên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rûken Cûdî axivî. Rûken pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan vegot û got"Me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku revandina Rêber Abdullah Ocalan  îradeya gelê Kurd neşkenand, lê belê rihê wî yê berxwedan û têkoşînê geştir kir."

Rûken Cûdî anî ziman ku heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li ser fikr û felsefeya wî bimeşin.

Di dawiya civînê de dirşûmên "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Jin, Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

DÊRIK

Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê jî civînek ji gel re li dar xist. Di civîna bi rêzgirtinê dest pê kir de endama Kongra Star Gulîstan Osman axivî. Gulîstan Osman diyar kir armanca revandina Rêber Abdullah OCalan têkbirina tevgera azadiya  û doza gelê Kurd bû.

Gulîstan Osman destnîşan kir ku divê 15’ê Sibatê bibe roja aştiyê ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe.

Civîn bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî civînek girseyî li nivîsgeha PYD’ê hat lidarxistin.

Di civînê hate diyarkirin ku gelê Kurd li hemberî planên qirkirinê yên dewleta Tirk sekinîn. Her wiha hate destnîşankirin ku serkeftinên hatine bidestxistina berhemên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.

Beşdaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî soza domandina têkoşînê da.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

RIMÊLAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi beşdariya bi dehan jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê civînek li avahiya Sendîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Neîma Hesen der barê komploya 15’ê Sibatê de axivî û got: "Komplo ne tenê di şexê Rêbertî de hat kirin, lê li dijî tevahî gelê Kurd bû."

Neîma Hesen diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê avakirina modeleke demokratîk dewlet-netewe derbas dike, lê rêveberiya xweser, parastina mafên jinan û avakirina jiyana hevbeş a di navbera gelan de esas digire.

Neîma Hesen ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşîneke topyekunê kir û diyar kir ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan beşek ji têkoşîna ji bo aştiyê ye.

Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi heman wesîleyê Meclisa Bajarê Til Koçerê li navenda HPC’ê civînek bi beşdariya bi dehan şêniyan li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê meclisê Newaf El Xedan der barê komployê, armancên wê û hêzên komploger de nirxandin kir.

Rêveberê Nivîsgeha PYD’ê ya Til Koçerê Mekseb El Seyah jî der barê mijarê de nirxandin kir û got, armanc ji komployê têkbirina berxwedana gelê ku di rêya azadiyê de ramanên Rêber Abdullah Ocalan esas girtiye ye.

Mekseb El Seyah diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir û wiha domand "Fikrê Rêbertî rêya azadiya me ye, lew ra divê em qada têkoşînê fireh bikin û li dora fikrê Rêbertiya xwe kom bibin."

 Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ÇILAXA

Li bajarokê Abirê jî bi beşdariya bi dehan jinan civînek hat lidarxistin. Civîn li avahiya  Meclisa Bajarokê Abirê ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di civînê de Hevseroka Yekitiya Esnafan a TEV-DEM’ê Henîfe Mihemed axivî û got, Rêber Abdullah Ocalan hêvî da gelê Kurd û doza wî vejand.

Henîfe Mihemed diyar kir ku ne Rêber Abdullah Ocalan tenê Kurd, di heman demê de rêya têkoşînê li pêşiya tevahî tevgerên li cîhanê vekir.

Henîfe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

 Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

KOBANÊ

 Ji ber salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an, Kongra Star a Kantona Firatê li Hola Komîteya Lihevanînê ya li Kobanê civînek lidar xist.

 Civîna ku ji kantona Firatê beşdarî lê hate kirin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Koordînasyona Jinan ya Kantona Firatê Şevîn Armanc li ser mijarê axivî û komplo şermezar kir.

Şevîn Armanc anî ziman ku armanc ji komployê qutkirina Rêber Abdullah Ocalan ji gel bû û got, "Lê ti carî ev armanc pêk nehat. Ji ber ku Rêber Apo gel e, gel jî Rêber Apo ye. Azadiya Rêbertî azadiya gelan e. "

Şevîn Armanc diyar kir ku mifteya çareseriya pirsgirêkan li gel Rêber Abdullah Ocalan e û got, "Dema ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê demê wê azadî, aştî, wekhevî û demokrasî li cîhanê pêk were. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê tevahiya mirovahiyê ye. "

Di dawiya axaftina xwe de Şevîn Armanc got, "Sala 2025'an wê bibe sala serketinê û sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan. "

Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA