YRA û YRJˊê semînera qanûnên parastina jinan da

YRA û YRJˊê li ser ezmûnên herêmî û peymanên navneteweyî û qanûnên parastina jinan de semînerek da û girîngî da rola xurtkirina çanda têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

23 mijdar, 2025   14:34
QAMIŞLO

Komîteya Jin a Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) îro li navenda YRAˊyê ya Qamişloyê, bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Tubdiya Li Ser Jinan a Cîhanê semînerek bi sernavê “Di Ezmûnên Herêmî û Peymanên Navneteweyî de, Qanûnên Parastina Jin” li dar xist.

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm bixêrhatina beşdarên jin kir û ew vexwandin deqeyek rêzgirtinê.

Semînera ku bi beşdariya gelak çalakvan, hiqûqnas û rojnamevanên jin li dar ketiye, ji aliyê dadwer Aynûr Zêd Paşa ve hat dayîn.

Di semînerê de xalên; qanûnên parastina jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mekanîzmayên parastina jinan yên ragihandina navneteweyî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, rola kûrkirin û bihêzkirina çanda têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina hiqûqî di vê derbarê de, hatin nîqaşkirin.

Sermîner bi armanca avakirina zanyariyên giştî yên der barê qanûnên parastina jinê û vekirina deriyên diyalogê de, aşkerakirina wê û girîngîdayîna rol û misyona ragihandinê di vê doza çarenûsî de hat dayîn.

Beşdarên semînerê bal kişand ser pêşengiya jina rojnamevan û bandora wê di teyisandina êş û tundiya jinê de û girîngî da diyaloga ku dikare rê li ber tundiya Sûriyê bigire.

(fr)

ANHA