Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê

Koma 9’an a xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê, ji bo ku tev li berxwedana dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin, gihîştin Bendava Tişrînê.

Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Koma 9’an a xelkê Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
3 gulan, 2025   17:46
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Koma 9’an a gelê Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê beriya çend kêliyan gihîşt Bendava Tişrîn, ku beşdarî berxwedana bendavê bibin.

Her wiha Bendava Tişrînê, ji destpêka çalakiyan ve veguherî qada berxwedana gel. Welatiyên ji tevahî bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li berxwedana bendavê dibin. Şênî diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan, binesaziyan berz dikin.

Bendav ji aliyê kehrebe û dabînkirina avê ji sed hezaran sivîlan re, yek ji projeyên herî girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hedefgirtina bendavê, li gorî qanûnên navneteweyî sûcekî şer e. Vê yekê jî hişt ku gelê herêmê biryarê bide ku parastina wê bike.

(fr)

ANHA