YPJ’ê û Jinên Zenûbiya 4’ê Nîsanê pîroz kir

YPJ’ê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya 4’ê Nîsanê salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li kantonên Tebqa û Dêrazorê şahî li dar xistin.

4 nîsan, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li kantonên Tebqa û Dêrazorê şahî hatin lidarxistin.

DÊRAZOR

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi beşdariya xelkê kantonê, saziyên sivîl û leşkerî şahiyek li qada Navenda YPJ’ê ya li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê organîze kir.

Di şahiyê de Fermandara YPJ’ê Arîn Şedadê axivî û got: "Me xîlafeta ku cîhan tevahî ji navê wê ditirsî têk bir. Em îro jî bi hêza wan destan û lehengiyên li Bendava Tişrînê salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz dikin."

Arîn wiha domand: "Em di şopandina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de berdewam in, bi doz û serkeftina xwe bawer in."

Şahî bi belavkirina şêranî û gerandina dîlanan bi dawî bû.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li kantonê li dar xist. Di şahiyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, desteyên girêdayî wê, meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa, Efrîn û Şehbayê, Rêxistinên Civaka Demokratîk, meclisên bajêr, partiyên siyasî, bi sedan koçberên Efrîn û Şehba û xelkê kantona Tebqayê amade bûn.

Di şahiyê de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûiya Şehed El Elî axivî û got: "Di vê rojê de roja azadiyê hilhat û jidayikbûna Rêberê mezin hat îlankirin. Rojbûna Rêbertî siberojek nû ji gelên me re anî."

Dûre endama meclisê Necah El Hisên peyama Rêber Apo ya ji jinan re di Roja Jinan a Cîhanê de şandiye xwend, helbestvan Salha El Şîmalî, Fatme El Şamî û Ayşe Şêx helbest bi zimanên Erebî û Kurdî xwendin.

(fr)

ANHA