YPJ, PYD û Kongra Starê serdana konê sersaxiyê kir

Xebatkarên PYD`ê, Kongra Star û şervanên YPJ`ê serdana konê sersaxiyê yê gerîlayên YJA STAR û HPG`ê kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

4 mijdar, 2026   14:47
HESEKÊ

Bi dehan nûnerên meclisên sivîl, partiyên siyasî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên jin û şervanên YPJ`ê serdana konê sersaxiyê yê şervanên YJA STAR`ê û HPG`ê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevserokê Meclisa Hesekê Farûq Tozo axivî. Tozo şehîdên Kuridstanê bi bîr anîn û got şehîd wê her tim di bîra Kurdan de hebin. Ew bi saya şehîdan bi rûmet dijîn, şehîd bi têkoşîna xwe dîrok û siberoja wan dinivîsin û ew soz didin ku rêça şehîdan bişopînin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got bi saya fedakariya wan gel li ser xaka xwe bi rûmet dijî û ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin.

Fermandara YPJ`ê Kilara Kobanê jî axivî û got heyanî mafên gelê Kurd bi qanûnî werin misogerkirin ew ê tê bikoşin.

Ebdulxenî Oso bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axivî û got Tevgera Azadiyê li ser asta Kurdistan û cîhanê xwe bi rêxistin kir û tê koşiya. Keç û xortên Kurd ji bo parastina wan canê xwe feda kirine û ew ê her tim rêça wan bişopînin.

(np)

ANHA