Yoav Gallant: Em tu desthilatekî Hemasê li Xezayê qebûl nekin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku di dema bê de tu desthilatdarekî Hemasê li ser Xezayê qebûl nakin û wiha got: “Em ê herêman ji hev veqetînin û rê nedin endamên Hamasê.”

Yoav Gallant: Em tu desthilatekî Hemasê li Xezayê qebûl nekin
2 hezîran, 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 7’ê Cotmeha sala borî ve şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de berdewam dike. Heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daya û bi deh hezaran kesan jî birîndar û ji cihûwarên xwe koçber bûne.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant helwesta welatê xwe ya der barê Xezaya pêşerojê de ragihand.

Yoav Gallant diyar kir ku ew di tu pêvajoyeke ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê de, tu desthilatekî yê Hemasê qebûl nakin.

Gallant da zanîn ku dê herêman ji hev veqetînin, endamên Hemasê ji holê rakin û hêzeke din ji bo avakirina hikumetek din bînin.

Hêjayî gotinêye ku êrişên Îsraîlê yên li ser Refahê ya li başûrê Xezayê dewam dikin. Di êrişa hewayî ya 30’ê Gulanê ya Îsraîlê de herî kêm 12 Filistînî jiyana xwe ji dest da.

Lêkoler û çavdêrên Îsraîlî ji Sky News Arabic re gotin Biden Netanyahu xistiye “tevliheviya herî mezin” a jiyana xwe ya siyasî. Her wiha du bijartekan xistiye ber; Yan operasyonên leşkerî bidomînin û muzakereyên ji bo li ser desthilatdariyê bimînin asteng bikin, yan jî bersiva pêşniyara heyî bidin û zextên hundir û derve kêm bikin.