Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin

Komîteya amadekar a pîrozbahiya Newroza 2024ˊan amadekariyên xwe li kantona Tebqayê bi dawî kir û dê strana bi zimanê Erebî yê li ser Newrozê pêşkêş bike.

Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin
Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin
Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin
Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin
Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin
Li ser Newrozê stranek bi Erebî hatiye amadekirin
19 adar, 2024   19:30
TEBQA

Li kantona Tebqayê sibe pîrozbahiya Newroza 2024ˊan e û dê pîrozbahî li Yarîgeha Werzîşê li dar bikeve.

Komîteya amadekar qad xemiland, pankartên pîzobahiyê û diruşma ˊBi ruhê Newrozê Rêbertî azad bikin û serkeftinê misoger bikinˊ hatin daliqandin.

Dê 12 komên hunerê yên Tebqayê huner û stranan pêşkêş bikin û gelek hunermend jî beşdar bin.

Tiştê cuda ya Newroza îsal ji aliyê hunerî ve amadekariya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê ya destpêkirina yekemîn strana bi zimanê Erebî li ser Newrozê ye.

(fr)

ANHA