YJÊR cejna Cima pîroz kir

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi peyamekê cejna Cima li êzidiyan pîroz kir.

YJÊR cejna Cima pîroz kir
7 cotmeh, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (YJÊR ) bi boneya cejna Cima (Hec) peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin "Civaka me di dirêjiya dîroka xwe de ji ber fermanên hovane gelek êş kişandin. Kesên ferman pêk anîne xwestin dîrok û çanda me ji holê rakin."

Di peyamê de pîrozkirina vê cejnê û parastina wê wek bersiva li hemberî fermanê hate destnîşankirin û cejna Cima hat pîrozkirin û hat hêvîkirin ku civaka êzidî di nava aştî û kêfxweşiyê de bimîne.

Her sal di Cotmehê de êzidî diçin Laleşê ya li Başûrê Kurdistanê da ku beşdarî merasîma cejna Cima bibin. Cejn jî 6’ê Cotmehê dest pê dike û heya 13’ê Cotmehê dewam dike.

(bb)

ANHA