Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo

Ji bo tevlîbûna meşa şermezarkirina komploya navnetewî ku dê 9’ê Cotmehê (2024) li Qamişlo were lidarxistin, li 7 bajar û 25 bajarokan amadekarî tên kirin.

Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo
Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo
Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo
Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo
Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo
Li 7 bajar û 25 bajarokan amadekariyên meşa Qamişlo
7 cotmeh, 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina salvegera 26’emîn a komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de, wê li bajarê Qamişlo jî meşek navendî were lidarxistin. 

Meşa ku amadekariyên wê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Qamişlo ve tên kirin wê 9’ê Cotmehê pêk were. Navnîşana meşê Qamişlo ye, lê wê ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Til Koçer û Til Hemîs û 25 bajarokên girêdayî van bajaran jî bi hezar kes tevlî bibin.

Çilaxa

Girkê Legê

Amûdê

Dêrik

Di çarçoveya amadekariyan de li her bajar û bajarokekê komîte hatine avakirin, civînên agahdarkirinê tên lidarxistin. Her wiha plansaziyên veguhestina gel a ji bo Qamişlo hatine derxistin. Li gorî vê yekê kesên ku seyareyên wan hebin, dê bi seyareyên xwe werin. Ji bo welatiyên ku derfetên wan nîn in jî, seyare hatine amadekirin û cihê siwarbûnê hatine diyarkirin.

Komîteyên amadekar bang li tevahiya welatiyan kirin ku wê rojê bi awayekî xurt tevlî meşê bibin.

(ekip/a)

ANHA