Y.J.Ê.R û Meclisa Jinan a Sûriyeyê Cejna Qurbanê pîroz kir
Y.J.Ê.R û Meclisa Jinan a Sûriyeyê Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bi xwe re ewlehî û aştiyê bîne.
![Y.J.Ê.R û Meclisa Jinan a Sûriyeyê Cejna Qurbanê pîroz kir](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_666dcfa5298ea.jpg)
Bi boneya Cejna Qurbanê Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) û Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi peyamên cuda Cejna Qurbanê pîroz kir.
Di peyama Y.J.Ê.Rˊê de hate gotin: "Em Cejna Qurbanê li tevahî cîhana îslamî, şervanên di xendekên rûmetê de li dijî êrişkaran şer dikin, malbatên şehîdan û têkoşerên ji bo azadiyê pîroz dikin. Em bi hêvî ne bi vê cejnê re ewlehî û aştî misoger be."
Her wiha di peyama Meclisa Jinan a Sûriyeyê de ev tişt hate gotin: "Em Cejna Qurbanê li tevahî cîhana îslamî, gelê Sûriyeyê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ew cejn bi xwe re ewlehî û aştiyê bo tevahî gelên cîhanê bîne."
(fr)