Y.J.Ê.R salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pîroz kir

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku Şoreşa Rojava nirxên azadî, jiyana hevbeş û rola jinan wekî hevkareke siyasî di avakirina civakê de xurt kir.

Y.J.Ê.R salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pîroz kir
18 tîrmeh, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y. J. Ê.R) bi wesîleya salevgera 14‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Şoreşa 19‘ê Tîrmehê xalek werçerxê di dîroka herêmê de ye ku îradeya gelan û modeleke li ser bingeha hevbeşî û pirrengiyê sepand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinên Êzidî di meşa têkoşîn û avakirinê de hazir bûn û ji bo parastina nirxên azadî û rûmetê bedelên mezin dan.

Her wiha hate gotin, ev salveger boneya nûkirina soza domandina xebatê ya ji bo parastina destkeftiyên jinan, xurtkirina yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sepandina çanda jiyana hevbeş û aştiyê di nava pêkhateyan de ye.

Di daxuyaniyê de ji bo parastina destkeftiyan û mîsogerkirinia mafên jinan û civakê jî banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bone li malbatên şehîdan û tevahî jinên têkoşer hat pîrozkirin û hat hêvîkirin ku şoreş bibe wesîleya zêdetir a aramî û aştiyê ji bo gelên herêmê.

(bb)