Peymangeha Hunerê bi şahiyek sala perwerdeyê bi dawî kir

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojava bi şahiyekê dawiya sala perwerdeyê pîroz kir.

18 tîrmeh, 2026   23:54
QAMIŞLO

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojava bi boneya bidawîbûna sala perwerdeyê şahiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê li dar xist. Xwendekarên peymangehê, hunermend, rewşenbîr û şêniyên herêmê beşdar bûn.

Rêveberên peymangehê Ciwan Îbrahîm û Menal Mihemed Emîn ku di şahiyê de axivîn, bi xêrhatina beşdaran kirin û girîngiya piştgirîkirina tevgera çand û huenrê vegotin. Her wiha bal kişand ser rola peymangehê di avakirina hunermendan, parastina çanda herêmê û xurtkirina behreyên ciwanan de.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser xebatên xwendekarên salên yekemîn û duyemîn ên peymangehê, armanca avakirina peymangehê û nêrînên xwendekaran hat pêşandan.

Koma Strîngê hunera mûzîkê pêşkêş kiri û şanoyek jî hat pêşandan.

Hunermend Comerd û Deniz Deman jî xwendekarên peymangehê pîroz kirin û diyar kirin ku şano, mûzîk û stran stûnên bingehîn ên parastina çanda Kurdî ye. Her du hunermendan bang li xwendekaran kirin ku xizmeta çanda xwe bikin û mîrateya hunerî biparêzin.

(bb)