SOHR: Ji dema rûxandina Baasê ve zêdetirî 13 hezar kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rûxandina rejîma Baasê ve 13 hezar û 592 kes hatine kuştin.

SOHR: Ji dema rûxandina Baasê ve zêdetirî 13 hezar kes hatin kuştin
18 tîrmeh, 2026   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rûxandina rejîma Baasê (Dawiya 2024) heya roja îro 13 hezar û 592 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHR‘ê, bîlançoya herî mezin a qurbaniyan di sala 2025‘an de bû û ev agahî parve kirin, di sala 2025‘an de 9 hezar 272 kes hatin kuştin, di hefteyên dawiya sala 2024‘an de  2 hezar û 354 kes û ji destpêka îsal (2026) ve hezar û 966 kes hatin kuştin.

SOHR‘ê îşaret pê kir ku rêjeya herî bilind a qurbaniyan sivîl in ku jin û zarok di nav de hene.

(bb)