YEˊyê 458 milyon euro ji bo dewletên Rojhilata Navîn veqetandin

YEˊyê 458 milyon euro wek alîkariyên mirovî ji bo dewletên Rojhilata Navîn ên ku zirar ji aloziyan dîtine veqetandin.

YEˊyê 458 milyon euro ji bo dewletên Rojhilata Navîn veqetandin
16 adar, 2026   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku 458 milyon euro nêzî 525 milyon dolar weke alîkariyên mirovî ji bo piştevaniya dewletên Rojhilata Navîn ên zirar ji aloziyên berdewam dîtine veqetandin.

Komîsera YEˊyê ya Birêvebirina Aloziyên Mirovî Hece Lehbîbî got ku digel nebaşiya rewşa mirovî ya ji ber şerê li herêmê ev biryar hat dayîn.

Hece Lehbîb diyar kir ku li gel zirarên li Rojhilata Navîn ji ber şeran bûne YEˊyê hewldanên xwe yên alîkariyê zêde kirine.

(fr)