Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê 3ˊyemîn konferansa xwe li dar xist

Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Kantona Minbicê konferansa 3ˊyemîn a Yekitiya Rewşenbîran bi diruşma ˊZanîn çeka guhartin û afirandinê yeˊ li dar xist.

10 sibat, 2024   17:11
MINBIC

Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Minbicê li Nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl 3ˊyemîn konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Minbicê li dar xist.

Di konferansê de endamên Yekitiya Mamosteyan, Yekitiya Rewşenbîran, Rêveberiya Sivîl, komîte û saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, Yekitiya Parêzeran, jinên Sûriyeyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tirkmenî beşdar bûn.

Di konferansê de hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Minbicê Ebdo Mistefa perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser çandê xwendin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso rewşa siyasî û pêşdeçûnên dawîn şîrove kir û wiha got: "Ev serdem serdema gelan û lihevkirina di navbera pêkhate û gelan de ji bo vîna azad û gihandina civakeke demokratîk-azad û ekolojîk e."

Hiso wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan jiyan da van gelan, rola jin û ciwanan û tevahî beşên civakê û çandên wê zindî kir."

Dûre hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ehmed Yûsif rapora salê xwend, piştre sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan ên yekitiyê hatin pêşkêşkirin, rêzikname hat xwendin û erêkirin.

Di dawiyê de Desteya Rêveber a Yekitiyê ji 7 endaman hat hilbijartin û ji desteyê dê du endamên hevserokatiyê werin hilbijartin.

(fr)

ANHA