Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist

Konferansa 4’emîn a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê li Kobanê li dar ket.

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist
16 adar, 2024   14:52
KOBANÊ

Rewşenbîrên kantona Firatê li Hola Ekîba Silhê ya li Kobanê konferansa xwe ya 4`emîn bi dirûşma “Zanîn xwebûn e, xwebûn jî azadî ye” li dar xist.

Destpêkê ji bo bîranîna Komkujiya Helebceyê û şehîdên azadiyê 5 deqeyan rêz hat girtin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê Ehmed Dalî axaftina destpêkê got: “Divê em hîna zêde xwedî li rola rewşenbîriyê di nava civakê de derkevin. Di nava gelê me de jî rewşenbîrî, çand û wêje huner ketiye tarîtiyekê. Lê em ê hewl bidin vê yekê ji wê tarîtiyê derxin. Ew jî di destê hemû rewşenbîran de ye."

Hevseroka TEV-DEM’ê ya kantona Firatê Hedle Hesen jî diyar kir rewşenbîrên di nava civakê de xwedî şexsiyeteke çawa bin, civak jî bi wî şiklî teşeyekê digire.

Her wiha hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed jî rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên li ser Kurdan û li hember wan divê rewşenbîr bi roleke çawa rabin.

Rewşenbîr Hisên Mihemed Elî jî axivî û got: “Divê rewşenbîrî ne tenê xwendina pirtûkan be, divê xwedî wê zanistê be ku ew bikare tiştên nû biafirîne, ji ber ku ew rewşenbîr bi xeyalên xwe tiştan diafirîne.”

Her wiha rapora 2 salan a kar û xebatên Yekitiya Rewşenbîran hatin xwendin.

(sş)

ANHA