Şêniyên Tebqayê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî meşek li dar xist. Di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hatin şermezarkirin.
Bi sedan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî û rûspiyên kantonê tev li meşê bûn.
Meşê ji Taxa Yekemîn Tebqayê heta ber avahiya Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a li Taxa Duyemîn dewam kir.
Li wir endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyekî bi navê meclisê xwend. Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê, azadiya wî û pergala ku li herêmê li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan ava kiriye, berdewam in."
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK`ê, hatin şermezarkirin û wek berdewamkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate navandin.
Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê û paşguhkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
Di dawiyê de bang li gelên azadîxwaz hate kirin ku bi helwesteke cidî li dijî delweta Tirk a dagirker li ber xwe bidin, ji bo ku kiryarên wê rawestînin û ji bo ku gelên herêmê azad û di nava demorasiyê de li gorî rêgeza neteweya demokratîk bijîn.
(şx)
ANHA