Siyasetmedarekî Ahwazî: Agirbest bi pirsgirêkên nukleerî û Hurmuzê ve girêdayî ye

Siyasetmedarekî Ahwazî diyar ku agirbesta di navbera Washington û Tehranê de ne serkeftinek an têgihîştinek biryardar e. Her wiha da zanîn ku dibe ew agirest bibe rawestanek taktîkî ku dikare hilweşe ger pirsgirêka nukleerî, Tengava Hurmuz û rola hevalbendên Îranê neyên çareserkirin.

Siyasetmedarekî Ahwazî: Agirbest bi pirsgirêkên nukleerî û Hurmuzê ve girêdayî ye
13 nîsan, 2026   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Eniya Gel a Demokratîk a Ahwazî û serokê Eniya Gelên Ne-Faris li Îranê Selah Ebû Şerîf li ser agirbesta di navbera DYA û Îranê de ji ajansa me re axivî

Ebû Şerîf diyar kir, "Li gorî nirxandina me, zû ye ku mirov behsa serkeftina dawîn ji bo her du aliyan bike, bi taybet ji ber ku armancên DYA`yê ji bo şer hîn nehatine bidestxistin. Wekî din, rejîma Îranê rêberên sereke û beşek girîng ji hêza xwe yên leşkerî, ewlehî û aborî winda kiriye."

Ebû Şerîf anî ziman ku her aliyek hewl dide tiştê qewimî wekî destkeftiyek demkî nîşan bide û ev nirxandin kir : ''DYA û hevalbendên wê dibêjin ku wan derbên giran li hêzên leşkerî yên Îranê dane. Di heman demê de Tehranê bawer dike ku wê li hember êrişê li ber xwe daye û xwe wekî aktorekî girîng ferz kiriye, bi taybet piştî ku hêza wê ya bandorkirina li ser Tengava Hurmuzê û kişandina her kesî nav dan û standinên rasterast diyar bû."

'WASHINGTON TESLÎMBÛNÊ DIXWAZE Û TEHRAN JI BÊHNA XWE VEDIDE'

Der barê armancên sereke yên her aliyekî di vê agirbestê de, Ebû Şerîf wiha got: "Armanca sereke ya Washingtonê ew e ku Îranê neçar bike li gorî şertên wê teslîm bibe, di heman demê de vê yekê li hundir wekî serkeftinekê nîşan dide da ku rejîma Îranê neçar bike ku şertên DYA`yê qebûl bike. Li aliyê din rejîma Îranê agirbestê bi kar tîne da ku xwe ji nû ve kom bibe, êrişan rawestîne û destkeftiyên wekî wergirtina tezmînatan an berdana pereyên cemidandî bi dest bixe. Di heman demê de bandora xwe ya herêmî û wekîlên leşkerî pêk bîne û xwe wekî ku nehatiye têkbirin li hundir nîşan bide. "

Ebû Şerîf destnîşan kir ku tiştên diqewimin nikarin wekî agirbestek rastîn ji bo DYA`yê were hesibandin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi kurtasî, em bawer dikin ku ji bo DYA`yê agirbest tune ye, lê rûpelek ji rûpelên pirtûka şer e ji bo bigihîje armancên xwe."

QONAXA PÊŞ PIŞTÎ DU HEFTEYAN .. 3 SENARYO

Têkildarî qonaxa pêş a piştî derbasbûna 2 hefteyan Ebû Şerîf diyar kir ku qonaxa pêş wê girêdayî encamên dan û standinên li Îslamabadê be ka gelo wê rêziknameyên ku ji agirbestek demkî wêdetir diçin çêbikin yan na .

Ebû Şerîf der barê qonaxa piştî agirbestê 3 senaryoyên gengaz destnîşan kirin û ev nirxandin kir: "Yek dirêjkirina dema agirbestê û lihevkirineke sînorkirî ye. Ya din jî eger pirsgirêkên sereke çareser nebin dibe ku pevçûneke kontrolkirî çêbibe. Senaryoya din; eger her aliyek hîs bike ku yê din paşde dikişîne an jî demê bi kar tîne da ku xwe ji nû ve bi cih bike, dibe ku gereke nû ya pevçûnan çêbibe."

'AGIRBESTEK NAZIK E Û ÎHTÎMALA HILWEŞÎNÊ HEYE'

Ebû Şerîf îşaret bi vê yekê kir ku mimkun e agirbest berdewam bike lê ne mîsoger e. Her wiha destnîşan kir ku çavdêr agirbstê wekî "nazik û ne zelal " bi nav dikin, nebûna baweriyê di navbera her du aliyan de jî pir zêde ye.

Ebû Şerîf zanîn ku eger di mijarên lezgîn de pêşketinek beriçav çêbibe, îhtîmal heye ku dema agirbestê were dirêjkirin,  lê di heman demê de hişyarî da ku eger nakokiyên der barê şert û mercên DYA`yê de, bi taybetî yên girêdayî bernameya nukleerî, rola hevalbendên Îranê li herêmê û vekirina Tengava Hurmuzê de berdewam bikin, îhtîmala hilweşîna agirbestê zêde ye.

BANDORA PEYMANÊ LI SER ROJHILATA NAVÎN

Der barê bandora peymanê li ser aramiya li Rojhilata Navîn de, Ebû Şerîf got ku ger peyman pêk were, dibe ku ew demkî xetereya ketina nava şerekî herêmî yê tevahî kêm bike, nemaze ji ber ku bi dan û standinên berfirehtir û mijarên hesas ên wekî Tengava Hurmuzê û Lubnanê ve girêdayî ye.

Selah Eû Şerîf anî ziman ku heya ku bingeha pirsgirêkê çareser nebe, heya ku Îranê  di polîtîkayên berfirehbûnê de dewam bike û xwe bispêre milîs û wekîlên çekdar û destwerdanê di kar û barên herêmê de bike wê aramiyeke rasteqîn pêk neyê.

Li ser bandora agirbestê li ser gelên herêmê, Ebû Şerîf got ku ev civak herî zêde hewcedarê aramiyê ne, bi taybet piştî ku şerê di hefteyên dawî de bi hezaran kes kuştin û zirara berfireh da binesaziyê li çend welatên herêmê. Her wiha diyar kir ku her agirbestek dê tavilê windahiyên mirovî, panîk, zexta aborî û astengiyên dabînkirina enerjiyê û debara jiyanê kêm bike.

Ebû Şerîf diyar kir ku ku dibe rejîma Îranê agirbestê bikar bîne da ku dezgehên xwe yên ewlehiyê ji nû ve organîze bike û zexta navxweyî li dijî gelên di bin kontrola xwe de, di nav de gelê Ereb ê Ehwazî, zêde bike.

Di dawiyê de, Selah Ebû Şerîf êrişa Îranê yên li dijî welatên Ereban û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin  piştgiriya xwe bo hemû tedbîrên yasayî yên rêgirtina li ber êrişan anî ziman.

(k)

ANHA