Nivîsgeha Jinan Festîvala 2'yan a Biharê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Festîvala 2'yan a Biharê li keleha Caiber a kantona Tebqayê bi dirûşma "Jinek bihara azadiyê şîn dike", li dar xist.

15 nîsan, 2025   19:39
TEBQA

Di Festîvala 2’yan a Biharê de tevgerên jinan û ciwanan ên kantonên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Cizîrê amade bûn.

Di festîvalê de rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Berkel bixêrhatina beşdaran kir û Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên 19'ê Tîrmehê silav kir.

Emîne Berkel diyar kir ku bi rêya pêşandana destekarî û tiştên dîrokî festîlva behreyên jinên ciwan xurt dike û mîrasê vedijîne û got: "Wê Desteya Ciwanan û Werzîşê, li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriye tevahî, di qonaxa bê de girîngiyeke zêdetir bide werzîşa jinan."

Di festîvalê de berhemên destekariyê, tabloyên bi tayên rengîn, kulîlk, kelûpelên kultûrî yên kevin û amûrên mûzîkê yên kevnar hatin pêşandan.

Di festîvalê de jinan xwarinên kevn wekî nanê sêlê û hwd li pêşiya beşdaran çêkir.

Her wiha berhemên hunerî û werzîşî ji aliyê Koma Taykwandu ya "Roj", Koma Kişikê ya "Reqayê" û komên govendê yên Reqa û Zêrîn a ji Şehbayê, ve, hatin pêşkêşkirin.

Ji aliyê çandê ve jî, helbestvan Mustefa El Hisên ê ji Kobanê helbestek bi zimanê Kurdî li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan xwend. Hunermend Yasmîn Esker jî stranên folklorî pêşkêş kirin, her wiha pirsên zanistî ji beşdaran hatin kirin.

Di dawiya festîvalê de tîmên beşdar, helbestvan û hunermend ji aliyê Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin xelatkirin.

Festîvala Biharê li ser asta kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tê lidarxistin. Sala borî jî li kantona Reqayê hat lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA