Yekitiya Jinên Êzidî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, bi civînekê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn. Di civînê de ji bo berdewamkirina rêya aştiyê û azadiyê, soz hate dayîn.

Yekitiya Jinên Êzidî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn
Yekitiya Jinên Êzidî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn
Yekitiya Jinên Êzidî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn
Yekitiya Jinên Êzidî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn
Yekitiya Jinên Êzidî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn
31 tîrmeh, 2025   16:34
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojva, ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê, li Amûdê civîneke berfireh li dar xist. DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an, bi awayekî hovne êriş civata êzidî kir. 

Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin. Rêxstinên civaka sivîl, rêxistinên jinan tev li civînê bûn.

Di civînê de têkildarî detayên komkujiyên koçberkirina bi darê zorê ya êzidiyan, berxwedana gel a bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) sinevizyonek hate pêşandan.

Dûre endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo axivî û got: “Gundên êzidiyan hatin şewitandin. Lê şêniyên Rojava, bi tevahî rêbazan piştgiriya wan kirin.”

Hediye destnîşan kir ku armanca êrişê tunekiirina gelê Kurd id şexsê civata êzidî de bû. Her wiha behsa girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a der barê jinan û azadiyê de, me serî hilda. Jin nîvê civakê ye û nîvê din mezin dike. Ew dikare civakeke demokratîk ava bike.”

Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD`ê Netewî Xemgîn jî got: “Komkujiya Şengalê li dijî dîroka kurdan û jinên azad, êrişeke rasterast bû. Lê vîna gel û berxwedana destanî DAIŞ têk bir, rêveberiyeke xweser û pergaleke taybet ava kir.”

Netewî wiha domand: “Berxwedan û têkoşîna me ya ji bo birêxistinkirinê berdewam e. em soz didin şehîdan ku li ser şopa felsefeya neteweya demokratîk bin. Bi hêvî ne ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibînin. Ji bo ku bi hev re pergaleke demokratîk ava bikn ku aştiyê ji her kesî re dabîn dike.”

Di dawiyê de, beşdaran “Şehîd nemir in”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azad” berz kirin.

(şx)

ANHA