Rûsiya: Em girîngiyê didin ku Kurd di hikûmeta nû ya Sûriyê de cih bigirin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya da zanîn welatî wî girîngiyê dide ku kurd cihê xwe di hikûmeta nû ya Sûriyê de bigrin û diyar kir Rûsiya piştgiriya danûstendinek netewî ya Sûriyê dike.

Rûsiya: Em girîngiyê didin ku Kurd di hikûmeta nû ya Sûriyê de cih bigirin
31 tîrmeh, 2025   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Sirgî Lavrov li Mosko bi Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed El Şêbanî re hevdîtin pêk anî. Lavrov di hevdîtinê de da diyarkirin welatê wî girîngiyê dide ku Kurd cihê xwe di hikûmeta nû ya Sûriyê de bigirin, di heman demê de Rûsiya piştgiriya danûstendinek netewî ya Sûriyê, dike.

Lavrov destnîşan kir di çarçoveya piştgiriya Rûsiya ji rewşa mirovî re bi El Şeybanî re lihev kirine nexweşxaneyek meydanî li parêzgeha Siwêda were vekirin. Her wiha got ku Şam di parastina ewlehiya dîplomatên Rûsiya de gavên girîng davêje, Rûsiya jî amade ye alîkariya Sûriyê bike ji rewşa heyî derkeve.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya careke din dubare kir ku pêwiste hemû cezayên li ser gelê Sûriyê hatine ferizkirin, werin rakirin û ev tişt anî ziman: “Ev ceza rewşa aborî û jiyanî ya gelê Sûriyê asteng dike. Em hêvî dikin gelê Sûriyê ji vê aloziyê rizgar bibe. Armî û ewlhî pêk were.”

Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed El Şêbanî jî axivî û got : “Beşek mezin ji gelê Sûriyê hîn di bin barê birînên xwe yên berê de ne. Têkiliyên derve li dijî gelê Sûriyê têne bikaranîn, lê rewş dê were guhertin.”

El Şêbanî aşkere kir wan bi Rûsiya re lihev kirine komîteyek wezîran a hevbeş ava bikin û li hemû peyman û itîfaqên berê yên di navbera herdû welatan de vegerin û vekirina têkiliyan bi Rûsiya re pesinand.

El Şêbanî îda kir hikûmeta wî bi danûstendina niştimanî pabende û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Sûriyê mafê hemû pêkhateyan misoger dike. Hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dê cihê xwe di perlemenê de bigirin. Hikûmetê perspektîfên zelal ji bo parastina hemû pêkhateyan derxistiye.”

(dc)