Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê berpirsyariyên xwe li hember pêvajoyê aştiyê nîqaş kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo nîqaşkirina berpirsyariyên xwe li hember pêvajoya aştiyê, werşeyek li dar xist. Jinên ciwan ên ku tev li wê bûne, diyar kirin ku guhertina civakan û avakirina wê li ser bingehên demokrasiyê û li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan, berpirsyariya dîrokî ya jinan e.

26 tebax, 2025   23:36
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê bi dirûşma "Rola Yekitiya Jinên Ciwan di Pêkanîna Pêvajoya Aştiyê de" werşeyek li dar xist. Di werşeyê de erk û berpirsiyariyên jinan di misogerkirina serkeftina pêvajoya aştiyê de nîqaş kir ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.

Werşe li Navenda Yekitiya Xwendekaran a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hate lidarxistin, di komxebatê jinên ciwan ên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclis beşdar bûn.

Di werşeyê de endama Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Rojiyan Hisên, axivî û bal kişand ser rola girîng a jinên ciwan û got: “Jinên ciwan, hêza vejînker e ku dikare qeydan bişikîne û asoyên nû yên guhertinê vebike.”

Di werşeyê de jinan têkildarî astengiyên li pêşiya wan derdikevin dema ku hewl dide bibe dengê aştiyê, nameya aştiyê ji bo jinên ciwan çi ye?, jin çawa dikarin bibin pêşengên guhertinê li gorî diyalogê?, gelo pêkan e aştî bê jinan bi dest bikeve? pirs kirin.

Pirsên din der barê çawa jinên ciwan nameya aştiyê ragihîne, têkiliya di navbera hêza kesayeta jinên ciwan û şiyanê wê ji bo ku aştiyê belav bike de, gelo aştî ji hundirê mirovî dest pê dike lê ji derve, nameya jinên ciwan ji Rêber Abdullah Ocalan re çi ye?, hatin kirin.

Di bersivan de hate gotin ku jin bingeha avakirina azadî û aştiyê di nav civakê de ne, koletiya wan destpêka koletiya mirovahiyê bû û jinên ciwan ne tenê wergirên ramanan in, lê ew ramanên azad belav dikin, ew hişmendiyê dihilberîne û bi sekna xwe li hember zihniyeta baviksalariyê, bi rêya belavkirina ramanên azad aştiyê radigihîne, nirxên demokrasiyê û wekheviyê di jiyana xwe de rave  dike.

Di dewama bersivan de hate gotin ku jin bi rêya însiyatîf û tevlêbûna xwe di civakê de dikare bibe pirek di navbera pêkhateyan de, ji ber ku ew zimanê hevdufêmkirin û jiyana hevbeş li şûna parçebûnê û dijminatiyê diçîne.

Di bersivên pirsan de, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî têkoşîna jinan û karaktera wan, çawa Rêber Abdullah Ocalan bawer dike ku aştî divê ji binî ve bi hişmendiya birêxistinkirî û pratîkîbûnê tê avakirin, divê jin di pêvajoya guhertinê de rola xwe bilîzin, hatin gotubêjkirin.

(ac/şx)

ANHA