Rûsya li dijî endametiya Swêd li NATOˊyê gefên bersivdanê xwarin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku endamtiya Swêdê di NATO'yê de tevliheviyê zêde dike û aloziya leşkerî gurtir dike.

Rûsya li dijî endametiya Swêd li NATOˊyê gefên bersivdanê xwarin
28 sibat, 2024   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê diyar kir ku endamtiya Swêdê di NATO'yê de gaveke dijber û şaş e û ew ê ji bo parastina xwe gavan biavêje û tev bigere.

Roja duşemê piştî ku parlamentoya Macaristanê endamtiya Swêdê di NATO'yê de erê kir, astengiya herî dawî ya li pêşiya Swêdê rabû û tev li NATO'yê bû.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovs got, "Em ê ji nêz ve bişopînin ka Swêd ê di kombûna leşkerî ya dijber de çi bike û ew çawa endamtiya xwe bi awayekî pratîkî bike. Li gorî wê em ê bi gavên leşkerî û gavên din tolê hilînin."

Maria Zakharova diyar kir ku endamtiya Swêdê di NATO'yê de tevliheviyê zêde dike û aloziya leşkerî gurtir dike.

Duh balyozxaneya Rûsyayê li Stockholmê li ser hesabê xwe yê Telegramê da zanîn ku ew ê li gorî hejmara hêzan û cebilxaneya ku NATOˊyê dê li Swêdê bi cih bike, gavên leşkerî, pisporî û gavên din biavêjin.

(mh)