Yekitiya Êzidiyan nivîsgeha xwe li Qamişloyê vekir
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê nivîsgeha xwe li Qamişloyê vekir.
Şêniyên kantona Cizîrê, nûnerên rêxistin û saziyên civaka sivîl tev li merasîma vekirina nivîsgeha Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê ya li Qamişloyê bûn.
Nûnera yekitiyê ya Qamişloyê Suad Hiso vekirina nivîsgehê li tevahî êzidiyan pîroz kir.
Suad diyar kir ku yekitî bi rêya nivîsgehên xwe hewl dide bi koordîneya saziyên Rêveberiya Xweser civaka êzidî bi rêxistin bike.
Nûnerên partiyan, rêxistinên sivîl, olan û baweriyan û kesayetên civakî tev li merasîma vekirinê bûn.
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê sîwana herî mezin a rêxistinên êzidiyan a li Sûriyeyê ye.
(şx)
ANHA