MKG: Binpêkirina mafên rojnamevanan dewam e
MKG'ê di rapora binpêkirina mafên rojnamevanan de diyar kir ku zextên hiqûqî ji bo çewisandina rojnamevanan û ev perçeyekî stratejiya ji bo oto-sansura li ser rojnamevanan e û got:"Zextên li dijî azadiya çapemeniyê ye di heman demê de jî êrişa rasterast a li dijî nirxên demokratîk û mafê xwegihandina agahiyan e.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha cotmehê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku tundî, binçavkirin, zext û darizandina jinên rojnameger dewam kiriye û hat gotin wê li dijî vê tundî û neheqiyê têkoşîna rojnamegeran dewam bike.
Dewamiya raporê wiha ye:
"Li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya ramanê û çapemeniyê dewam dikin. Ev zextana bi taybet li ser jinên rojnameger dewam dikin. Ji Cotmeha 2024'an vir ve hewldanên kontrolê yên li ser medyayê zêde dibin, ev rewş jî mafê gihandina agahiyan ê gel hîn zêde sînordar dike. Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em binpêkirina mafên jinên rojnameger dikin bin qeydê û bi raya giştî re parve dikin. Em van zextan rexne dikin.
Di meha cotmehê de jinên rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine bi zextên curbecur rû bi rû man, gelek jinên rojnameger jî bi êrişa fîzîkî rû bi rû man. Wekî mînak rojnameger Melîke Aydin ji 8 mehan zêdetir e di nava hepsa malê de ye. Ev mînak asta polîtîkayên çewisandinê ya li hemberî kedkarên çapemeniya azad nîşan dide. Zextên hiqûqî yên bi vî rengî ji bo çewisandina rojnmegeran e û ev perçeyekî stratejiya ji bo oto-sansura li ser rojnamegeran e.
Sepanên îktidarê yên mafê agahîgirtinê yên welatiyan sînordar dikin bi rêbazên wekî sînordarkirina rûpelên li ser medyaya dîjîtal jî dewam dikin. Di meha cotmehê de piştî êrişa li ser tesîsên TUSAŞ'ê sînordarkirina li ser platformên medyaya dîjtîal xwegihandina agahiyan a raya giştî bi awayekî cidî asteng kiriye. Sînordarkirina xwegihandina agahiyê ya gel qada polîtîkayên sansurê ya îktidarê berfireh dike xwegihandina agahiyên rast a civakê sînordar dike.
Hejmara dozên derbarê jinên rojnameger de jî nîşaneyeke girîng a tengbûna azadiya ramanê ye. Ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal cezayê hepsê dan rojnameger Pelîn Ozkaptan û biryarên wekî paşxistina eşkerekirina hukum dewamkirina peywira rojnamegeran zehmet dike. Hewldana çewisandina rojnamegeran a bi rêya darazê ya ji aliyê îktidarê ve ne tenê mafê girtina agahiyan a rojnamegeran di heman demê de jî mafê girtina agahiyan a civakê jî asteng dike.
Astengiyên xwegihandinê û sansura li ser medyaya dîjîtal dibe sedema astengkirina xwegihandina agahiyên bêalî yê civakê. Di meha cotmehê de 126 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. 11 sîteyên înternetê jî hatine girtin. Ev yek ji bo herikbariya agahiyan têkeve binê kontrola dewletê pêk tên.
Ewlehiya aborî ya jinên rojnameger jî bi zextan gef lê tê xwarin. Aysin Komitgan piştî hat binçavkirin şûnde ji peywirê hat girtin. Ev yek ne tenê azadiya ramanê ya rojnamegeran dixe talûkeyê di heman demê de azadiya aboriya rojnamegeran jî dixe talûkeyê. Derxistina ji kar dibe sedema binpêkirina mafê xebata azad a rojnamegeran.
Zextên li ser medyayê gefxwarina li dijî civaka demokratîk e. Qada zext û kontrolê ya li ser medyayê fikirandina rexneyî ya gel jî asteng dike û bingeha dûrketina ji hev a civakê amade dike. Her wiha zexta li ser çapemeniyê zirarê dide îdeala "civaka hatiye agahdarkirin".
Zextên li ser jinên rojnameger ne tenê êrişa li dijî azadiya çapemeniyê ye di heman demê de jî êrişa rasterast a li dijî nirxên demokratîk û mafê xwegihandina agahiyan e. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dibêjin tevî hemû zextan em ê têkoşîna xwe dewam bikin û parastina mafên jinên rojnameger bidomînin. Em vê yekê careke dinê ji raya giştî re radigihînin.
Daneyên îstatîkî ya rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha cothema 2024'an:
Rojnamegerên bi mûameleya nebaş rû bi rû mane 5
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin 5
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin 3
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin 4
Rojnamegerên doz li wan hatine vekirin 3
Rojnamegerên hatine cezakirin 6 (Cezayê Girtîgehê 30 meh )
Hejmara rojnamegerên girtî 7 (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha)
Rojnamegerên darizandina wan didomin 7 (Hejmara Dosyayê 7)
Cezayên RTUK’ê (Hejmara weşanê 10)
Qedexeya weşanê 2
Sîteyên hatine girtin 11
Nûçeyên hatine astengkirin 63
Naveroka medyaya civakê ya hatine astengkirin 126
Lîsteya rojnamegerên girtî :
1. Elif Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
2.Hatice Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3. Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
4. Selamet Turan – Rojnameger
5.Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
6.Ozden Kinik - Xebatkara TRT'yê ya berê
7.Ozlem Seyhan – Rojnameger "