Yekitiya Ewropayê banga bidawîkirina tundiyê li Siwêdayê kir

Yekitiya Ewropayê banga bidawîkirina tundiyê li Siwêdayê kir û hişyarî da Îsraîlê.

Yekitiya Ewropayê banga bidawîkirina tundiyê li Siwêdayê kir
16 tîrmeh, 2025   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê tirsa xwe ya li hemberî pevçûnên li Siwêdayê ku di encamê de gelek sivîl bûn qurbanî, nîşan da.
Yekitiya Ewropayê bang li hemû aliyan kir ku peymana agirbestê ya ku roja sêşemê hatiye encamdan, pêk bînin û sivîlan bi tevahî bê ku cudahî bikeve navbera wan, biparêzin.

Di daxuyaniyê de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo aramkirina rewşê, vegerandina ewlehiyê, hesabxwestina ji sûcdaran û destpêkirina pêvajoya guhartina siyasî berpirs hat dîtin.
Girêdayî wê, Yekitiya Ewropayê tirsa xwe ya li hemberî girankirina êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê nîşan da û banga rêzgirtina ji serweriya Sûriyeyê re kir.
(mh)