Cara duyem Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz hat bombebarankirin

Artêşa Îsraîlê Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bombe baran kir.

Cara duyem Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz hat bombebarankirin
16 tîrmeh, 2025   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Telefizyona fermî ya Sûriyeyê piştî çend seatan di ser ragihandina artêşta Îsraîlê re derbas bû ku avahiya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz bombe baran kiriye, ragihand ku artêşa Îsraîlê avahiya wezaretê bombe baran kiriye.

Telefizyonê li ser malpera xwe ya fermî ya telegramê wiha nivisî: "Artêşa Îsraîlê ya dagirker herêma nêzî avahiya serokatiya arkanê ya li Qada Umewiyan a li Şamê bombe baran kiriye."

Hemwextî wê dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin ku qesra serokatiyê, avahiya Wezareta Parastinê  hatiye hedefgirtin, lê belê agahiyên dîtir parve nekirin.

Bi wê ve girêdayî aloziya li başûrê Sûriyeyê berdewam e.

(şx)