Yekitiya Esnafan a Reqayê konfransa 1ˊemîn li dar xist

Yekitiya Esnafan a kantona Reqayê konfransa xwe ya 1ˊemîn li dar xist. Di konfrasnê de hevserok hatin hilbijartin û hate destnîşankirin ku divê rola sûka herêmî di pêşxistina aboriya herêmê de zêdetir derkeve pêş.

28 cotmeh, 2025   16:39
REQA

Yekitiya Esnafan a kantona Reqayê konfransa xwe ya 1ˊemîn bi diruşmeya “Bazara civakî ji bo pêşxistin û geşepêdana aborî” li salona Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê li dar xist. Di konfransê de nûnerên deste, yekitî, sendîqe, pîşesaz, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a Reqayê û Meclisa Gelan amade bûn.

Di nava Yekitiya Esnafan a kantona Reqayê 7 yekitiyên şaxî hene. Ew jî Yekitiya Nivîsgehên Milkan, Yekitiya Nivîsgehên Erebeyan, Yekitiya Firoşkarên Mast û Penêr, Yekitiya Firoşkarên Cilên Amede û Yekitiya Firoşkarên Caw pêk tê. Di van yekitiya de 45 endam hene.

Konfransê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê şêwirmendê Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger axivî û rewşa siyasî û pêşketinên herêmê nirxand û got ku pêwistiya demê bi zanisteke niştimanî ya giştî heye û diyar kir ku: “ Aavkirina hikûmeta nû ya Sûriyeyê divê bi îrdeya gel be. Nabe tu pêkhate werin dûrxistin. Bi dûrxistina pêkhateyan re dê Sûriye dûrî rêya aramî û ewlehiyê bikeve.”

Zelal, bi bîr xist ku sedema bingehîn a aloziya li Sûriyê û bê istqrariya heyî ji ber hebûna komên çete yên biyanî ye û ev jî êşa gelê Sûriyeyê zêdetir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dibe sedema parçebûnê di navbera civaka Sûriyê de. Komên biyanî çarenûsa gelê Sûriyeyê xistine destê xwe. Ji hemû gelê Sûriyeyê tê xwestin ku li pişt hêzên QSD’ê bin û bixwazin ku ew bibe zemîna bingehîn a Artêşa Sûriyê ya nû. Ji ber ew nûnertiya hemû pêkhateyan dike û bi salan e parastina herêmê dike.”

Zelal destwerdana dewleta Tirk a di kar û barê Sûriyeyê de rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sala 2026’an dê bibe sala guhertinên bingehîn di Rojhilata Navîn de. Em ê di xeta xwe ya danûstendinê de berdewam bin. Ji ber tekane rêya çareseriyê danûstendin in. Em bi projeya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî ye. Ji ber şer dê ji komkujiyan pê ve tiştekî din bi xwe re neyîne.”

Di berdewama konfransê de rewşa rêxistinî ji aliyê Hevserokê Yekitiya Esnafan Mihemed Ziêtir ve hate xwendin. Di nav de rewşa rêxistinî û avakirina sîstema wê ya rêveberiyê hatin vegotin.

Beşdaran rêbaza pêşxistina aboriya civakî di kantonê de û pêşxistina rola sûka herêmî nirxandin. Di heman demê de pêşniyarên xwe têkildarî rêxistinkirina kar û barê esnafan li herêmê û rola wan di pêkanîna rêgezên edalet û wekheviya civakî de pêşkêş kirin.

Di berdewama konfransê de rêziknameya Yekitiya Esnfan ji aliyê Newroz Bozan ve hate xwendin. Paşê hilbijartin hatin lidarxistin, Mihemed Ziêtir û Newroz Bozan wekî hevserok û 48 kes wekî endamên Yekitiya Esnafan hatin hilbijartin.

Di dawiya konfransê de Hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn Hesen lidarxistina konferasnê li hemû beşdaran û hevserokan pîroz kir û destnîşan kir ku dê bibe gavek ber bi avakirina civaka demokratîk.

(dc)

ANHA