Girîngiya rola jinan di siberoja Sûriyeyê de hat gotûbêjkirin

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Reqayê komcivînek li dar xist. Beşdaran li ser ezmûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin.

28 cotmeh, 2025   16:42
REQA

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeyaa Pêşerojê ya Kantona Reqayê komcivînek bi sernavê "Têkoşîna Jinên Sûriyeyê û Ezmûna Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" li avahiya partiyê ya li Reqayê li dar xist.

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omer, seroka Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Cîhan Xedro, nûnerên Yekîneyên Parastina Jinan û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl beşdarî komcivînê bûn.

Komcivînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatma El Elî got: "Ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke şênber e ji bo avakirina civakeke demokratîk a berfireh. 10 salên borî yên aoziya Sûriyeyê barê civakê giran kiriye, lê jinên li vê herêmê êşê veguherand hêzeke ji bo guhertinê û îspat dikin ku aştiya rastîn bi rêya hêzkirina jinan dest pê dike."

El Elî destnîşan kir ku ezmûna rastîn a ku divê were parvekirin, a jinên di Rêveberiya Xweser de ye ku bûne hêviya jinên Sûriyeyê.

Piştre beşdarên komcivînê nêrînên xwe anîn ziman. Seroka Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Cîhan Xedro got: "Ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek ji bo jinên Sûriyeyê û projeyek ji bo avakirina aştî û aramiya rastîn. Beşdarbûna jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de îspat kiriye ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê bêyî hebûna jinan wekî hevkarên bibandor di nivîsandina destûr û biryardanê de nayê bidestxistin.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeyaa Pêşerojê li Kantona Reqayê Xedîca El Cirif jî got: "Jin li deverên di nav Sûriyeyê de, bi taybetî li Siwêdayê û peravê gelek êşan dikşîne, ji ber ew ji hêla hikûmeta veguhêz ve hatine paşguhkirin."

Xedîcayê xwest destûrek ku mafên jinan garantî bike were nivîsîn û tundiya li dijî jinan were rawestandin.

Her wiha endama Meclisa Komb[na Jinan a Zenûbiya Nûr Elhuda behsa girîngiya beşdarbûna jinan di warên siyasî, civakî û aborî de kir.