Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist

Hîlala Zêrîn li Reqayê bi armanca xuyakirina berxwedana jinan li herêmê û rola wê di şoreşê de, pêşangehek bi dirûşma "Şoreşa jinan bi hunerê geş dibe" li dar xist.

Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
Navenda Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehek li dar xist
28 cotmeh, 2023   17:07
REQA

Navenda Hîlala Zêrîn pêşangeh li hola El Bustan a bajarê Reqayê bi bşedariya bi dehan hunermendan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên sivîl, tevger û rêxistinên jinan li dar xist.

25 hunermendên şêwekar ji herêmên cuda yên Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 41 tablyonan tev li pêşangehê bûn. Temenê şêwekaran di navbera 26 û 45 saliyê de bû. Her yek ji wan di tabloya xwe de çîroka êşên jinên Sûriyeyê û serkeftinên di Şoreşa Rojava de hatin bidestxistin, vegotin.

Pêşangeh ji aliyê dayîka şehîd Zuhra ve hate vekirin. Dûre endama Rêveberiya Navenda Hîlala Zêrîn a Reqayê Îman Ebûd axivî û got: "Hunera jinan bi şoreşa rastiyê û wijdanê geş dibe, ji wan hestên pak her tim xweşiktir biafrîne. Em şehîdên xwe silav dikin ku ji bo me minare ne da ku rêwîtiya hunerî ya şoreşgerî temam bikin."

Îman wiha domand: "Em vê pêşangehê diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin û soz didin ku şopdarên rêya heqîqetê bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Îman di dawiyê de got: "Ev pêngava hunerî dê bibe guhertine ku zulm û zordestiyê li ser jinan rake. Bi armanca rizgarkirina civakê û ji bo ku xweşitir bibe, jinan neqişand, xêz kir, rave kir û ji bo rengkirina dîroka xwe ya tijî serhildan û têkoşîn, afirîner bû."

Piştre sînefizyonek têkildarî berhmenên hunermendên beşdar dema tabloyên xwe xêz dikirin hate pêşandan.

Pêşangeh dê 4 rojan berdewam bike ku roja duyemîn li Tebqayê be, ya sêyemîn li Minbicê û ya çaremîn dê li Kobanê be.

(şx)

ANHA