Yekîneyên Hewayî yên QSDˋê derbên giran li çeteyan dan

Di dîmenan de aşkera dibe ku Yekîneyên Hewayî yên QSDˋê tank, panzer û pergala radarê dirûxîne û kombûnên çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên hedefgirtin.

Yekîneyên Hewayî yên QSDˋê derbên giran li çeteyan dan
6 ÇILE, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê êvarê dîmenên nû yên çalakiyên hewayî ku Yekîneyên Şehîd Harûn a Taybet bi Operasyonên Hewayî li eniyên gundewarê Minbic û gundewarê Bendava Tişrînê pêk anîne, parve kirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku tank, panzereke Tirkiyeyê û pergala radarê tên rûxandin û kombûnên çeteyên dagirkeriya Tirk jî tên hedefgirtin.

Navendê destnîşan kir ku Yekîneyên Şehîd Harûn derbên giran li çeteyan dane.

(fr)

ANHA