YE: Ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye

Yekitiya Ewropayê, banga Rêber Apo ya dîrokî silav kir û da zanîn ku ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye.

YE: Ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye
28 sibat, 2025   17:29
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Yekitiya Ewropayê (YE) Anouar El Anouni di daxuyaniyekê de got: ‘’Destpêkirina pêvajoyeke çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dê ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde bibe pêngaveke erênî.’’

El Anouni ev yek jî lê zêde kir: ‘’Bidestxistina çareseriyeke adilane û mayînde ya xwe dispêre mafên bingehîn û serweriya hiqûqê ne tenê li welatiyên Tirk dê têkariyê li aramiya hemû herêmê bike.’’