KNK: Piştgiriya Banga Aştî û Civak Demokratîk bikin

KNK’ê piştgirî da banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û ev bang li partî û rêxistinên Kurdistanî û gelê Kurdistanê kir "Piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin, yekitiya xwe xurttir bikin, têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin."

KNK: Piştgiriya Banga Aştî û Civak Demokratîk bikin
28 sibat, 2025   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd de duh rojeke dîrokî bû û hate gotin, "Duh heyetek berfireh çû girava Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyetê peyama Birêz Ocalan a bi navê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi xwe re anî û ji reya giştî re bilav kir. Ji vê bangê armanc aştî ye, armanc li Tirkiye û Kurdistanê avakirina civaka demokratîk e, armanc rêvekirina li siyaseta demokratîk e, armanc demoktîzekirina tevaya Tirkiyeyê ye, armanc bi rêya aştî û diyalogê çareseriya pirsgirêka Kurdî ye. "

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Ev bang ji gelek aliyan re ye. Banga sereke ji rayedarên dewleta Tirk re ye ku divê şer rawestînên, pêşiya siyaseta demokratîk vekin, şert û mercên serbest karkirinê ji Birêz Ocalan re pêk bînin, meseleya Kurdî bînin parlamentê û bi awayeke demokratîk çareser bikin.

Bang ji terefê Kurdî re ye ku li gorî siyaseta demokratîk xwe ji nûve rêxistin bikin û bi rêvekirina siyasetê ve çekan ji dewreyê derxin.

Bang ji hêz û saziyên navneteweyî û ji raya giştî ya cîhanê re ye ku di pirgirêka Kurdî de bê çareserî hingî diçe girantir dibe, aştî û aramiya herêmê têk dibe, li ser vê pirsgirêkê rawestin û bibin alî û alîgirê çareseyek demokratîk.

Em weke KNK, vê bangê girîng û dîrokî dibînin û piştgiriyê lê dikin û ji bo ev derfet bê karanîn em ê li ser kar bin û em ê ji bo çareseyek aştî û demokratîk hemî derfetên xwe kar bînin.

Bi vê minasebetê:

Di serî de em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin ku vê derfeta dîrokî ji destê xwe nerevînin û bersivên erênî bidin vê bangê û rêya siyaseta demoratîk vekin û pirsgirêka Kurdî bi rêya diyalogê çareser bikin.

Heta niha dengvedana navneteweyî ne xirab e lê têrê nake, em bang li hêzên cihanî dikin û dibêjin tenê daxuyanî têrê nakin, ji bo ev derfet heba nebe bikevin nava tevgerê û ji bo aştî û diyalogê rola xwe bileyzin.

Em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî û hemê gelê Kurdistanê dikin ku vê dema hestyar de em hemî bi hev re tevbigerin, piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin, yekîtiya xwe xurttir bikin, têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin."