YAT’ê 9 şevanên xwe bibîr anîn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Dijî Terorê (YAT), 9 şervanên xwe yên ku di 16’ê Adara 2023’an de di encama ketina helîkopterê de dema ku derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bûn şehîd bûn, bi bîr anî.

YAT’ê 9 şevanên xwe bibîr anîn
15 adar, 2025   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Dijî Terorê bi boneya salvegera duyemîn ya şehîdbûna 9 şervan xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şervanên wan "Şervan Kobanî, Dedar Dêrik, Feraşîn Baran, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Hoger Dêrik, Koçer Dêrik, Rûceng Rifat û Xebat Dirbesiyê, di hemû qonaxên têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşeke bingehîn a têkoşîna mezin a hêzên me bûn. "

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin "Tevî ku 2 sal di ser şehadeta 9 hevalên me re derbas bûne jî. Bîranîna wan dê di dil û mejiyê me de bimîne. regezên wan ên têkoşîna li dijî teror û dagirkeriyê û keda wan a ji bo aramî û pêşkeftinê dê jib o me bibe egera ku em li ser vê rêyê berdewam bin. "

Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em ji bo gelê xwe û hemû cîhanê tekez dikin ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) dê li ser rêya şehîdan, destkeftên şoreşê biparêze û li dijî hemû hewlên dagîrkerî û terorê rêkoşna xwe berdewam bike".

Yekîneyên Dijî Terorê di dawiya daxuyaniya xwe de soz da şehîdan û got "Em ê her tim hêz û karîna xwe ya şerkerî û parastinê pêş bixin û ji bo bidestxistina hêviyên wan û xeyalên wan em ê her dem li ser şopa wan bimeşin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. "

(k)