Di hevdîtina Şeybanî û Hisên de pêşniyara avakirina mecliseke tevkariyê

Wezîrê karên derve yê Iraqê avakirina mecliseke tevkariyê di navbera Iraq û Sûriyeyê de pêşniyar kir. Her wiha anî ziman ku “odeya operasyonên li dijî DAIŞ’ê dê di demeke nêzîk de ronahiyê bibîne”.

Di hevdîtina Şeybanî û Hisên de pêşniyara avakirina mecliseke tevkariyê
15 adar, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê desthilata Şamê Eshed Şeybanî duh bi serdaneke fermî çû Bexdayê û bi wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin kir.

Hisên û Şeybanî piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de wezîrê karên derve yê Iraqê avakirina mecliseke tevkariyê di navbera Iraq û Sûriyeyê de pêşniyar kir û destnîşan kir ku "odeya operasyonan a şerê li dijî DAIŞ’ê dê di demeke nêzîk de dê ronahiyê bibîne”.

Der barê hevdîtinê de jî Hisên wiha got: "Em li ser tevgerên DAIŞ’ê yên li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê axivîn. Em rêzê li têkiliyên baş ên cîrantiyê digirin û destwerdanê li welatên derdorê nakin. Ezmûna Iraqê dikare fêdeyê bide sûriyeyiyan li hember arîşeyên ewlehiyê."

Fûad Hisên her wiha got: "Me bûyerên li perava Sûriyeyê jî nîqaş kirin û me fikarên xwe anîn ziman." Her wiha destnîşan kir ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê tevkariyeke navneteweyî lazim e.

Hisên diyar kir ku îstiqrara Sûriyeyê Iraqê jî eleqedar dike û bandoreke rasterast lê dike û got: "Têkiliyên bi Sûriyeyê re dîrokî ne. Me awayên pêşxistina têkiliyên aborî di navbera her du welatan gotûbêj kirin da ku fêdeyê bide her du gelan."

(bb)