Yaneya El Hîlal lîstikvan ji ber helwesta wan a mirovî ceza kirin

Rêveberiya yaneya El Hîlal a futbolê, ji ber ku wan ji bo hevgirtina bi malbatên şehîd û girtiyan re daxwaza paşxistina pîrozbahiyên şampiyoniya kir, li dijî çend lîstikvanên tîma jinan ceza birîn.

Yaneya El Hîlal lîstikvan ji ber helwesta wan a mirovî ceza kirin
18 gulan, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya yaneya El Hîlal a futbolê ji ber ku wan daxwaza paşxistina pîrozbahiyên şampiyoniya lîgê kir, ji bo hevgirtinê bi malbatên şehîd û girtiyan re li Rojava kirin, ceza li çend lîstikvanên tîma jinan birîn.

Di daxuyaniyekê de, rêveberiya tîma jinan diyar kir ku cezayê dûrxistina ji beşdarbûna Şampiyonaya Rojavayê Asyayê û kêmkirina mûçeyan li çend lîstikvanan hatiye birîn. Rêveberiyê ev tedbîr wek bersiveke ji bo helwesta mirovî ya lîstikvanan bi nav kir.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku daxwaza lîstikvanan a betalkirina pîrozbahiyan ji ber rêzgirtina ji bo şehîd û girtiyan erka "exlaqê werzîşê û wijdanê gel" e.

Rêveberiya tîmê diyar kir ku werzîşên "ne alaveke ji bo navdarbûn an qezenckirina kesane ye" û lîstikvan "hevkarên rastîn in di bidestxistina serkeftinê de û hêjayî rêzgirtinê ne, ne dûrxistinê."

Tîma jinan a El Hîlal ji Qamişloyê piştî ku di meha Nîsana borî de tîma jinan a parêzgeha Humsê bi 1-0 têk bir, ji bo demsala 2025-2026`an cara sêyemîn li pey hev bû şampiyona Lîga Futbolê ya Jinan a Sûriyeyê.

(k)