Di Roja Şehîdan de bangên ji bo têkoşîn û parastina destkeftiyan

Li Rimêlan, Tirbespiyê û Çilaxayê bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan, civîn hatin lidarxistin. Di civînan de banga berdewamkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, hate kirin.

18 gulan, 2026   15:46
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê, ji bo Roja Şehîdan civînek li dar xist.

Ji rêveberên PYD`ê Leyla Mihemed li ser jiyana şehîd Hakî Karer ê ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) axivî û ew wek qonaxeke girîng di dîroka têkoşînê de bi nav kir. Leylayê destnîşan kir ku Hakî Karer jiyana xwe ji bo doza azadî û parastina mafên gel terxan kiriye. Her wiha destnîşan kir ku şehîdkirina wî ji aliyê îstîxbarata Tirk ve, armanc ew bû ku îradeya tevgerê bişikîne, lê têkoşînê tevî polîtîkayên înkar, dûrxistin û şerê taybet, berdewam kir.

Di dawiya civînê de îşaret bi girîngiya xurtkirina hevgirtinê di navbera gelên herêmê de, berdewamiya şopandina doza şehîdan û parastina destkeftiyan hate kirin.

Li bajarê Tirbespiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo Roja Şehîdan li hola PYD`ê civînek li dar xist. Bi dehan şênî û endamên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê PYD`ê Cahid Hesen diyar kir ku Roja Şehîdan derfetek e ku hemû şehîdên ku rêya azadî û rizgariyê hilbijartiye werin bîranîn û got: "Em ê li ser vê rêyê berdewam bikin û wê biparêzin."

Hesen destnîşan kir ku qonaxa niha, tevî hesasiyeta xwe û zehmetiyên ku tê de hene, dê wan neçar neke ku vebijêrka berxwedan û têkoşînê berdin û banga berdewamiya têkoşînê heta naskirina maf û zimanê dayikê di nav destûra nû ya Sûriyeyê de kir.

Li Çilaxayê Meclisa Malbatên Şehîdan li hola PYD`ê civînek li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgitinê, endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mihemed Ebdilrehîm axivî û jiyan û têkoşîna şehîd Heqî Kerar û zehmetiyên ku wî ligel komek xwendekarên Kurd û Tirk ên ku ji bo azadî û demokrasiyê şer dikirin kişand, bi bîr anî.

Ebdilrehîm diyar kir ku şehîd nirx, exlaq, edalet û aştiyê temsîl dikin û bîranîna wan tê wateya berdewamiya xebatê ji bo bidestxistina armancên wan ên parastina gelan û bidestxistina edalet û wekheviyê.

Civîn bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(k)

Çilaxa

Tirbespiyê

Girkê Legê